Serrupel
Zimane Kurdi
Kultur
Gotinen Kurdi
Ferheng
Forum
Galeri
Cihe Mevanan
Tekili
Anket
Radyo Bakur
Radyo esposinos
Kultur
Rûpela Kulturê
Kitêbên soranî bi alfabeya latînî
KK-Kultur on 06/25/2008 at 3:54pm (UTC)
 
[img]http://www.kerkuk-kurdistan.com/afoto/2004/10/diwan_shex_reza_200.jpg[/img]

STOCKHOLM, 2/10 2004 — Weşanxaneya Nefelê dest bi weşandina kitêbên soranî bi alfabeya latînî kir. Nefelê sê kitêbên helbestan yên soranî ji alfabeya erebî transkrîbe kirine bo alfabeya latînî û ew wekî ePirtûk amade kirine û di sîteya xwe de (www.nefel.com/epirtuk) belav kirine. Nefel dê paşê hinek kitêbên dî jî bi heman metodê bike latînî û belav bike. Kitêbên ko niho hatine transkrîbe kirin ev in: 1) Dîwana Hacî Qadirê Koyî, 2) Dîwana Şêx Rezay Talebanî û 3) dîwaneka Şêrko Bêkesî bi navê “Xom… ew wextey ballindem!”.

Ji bilî va şa‘iran Nefel dê dîwana Nalî, Mehwî, Pîremêrd û hinek şa‘irên dî jî belav bike û armanca Nefelê ew e ko bi rêya transkrîbekirinê rê ji kurdên latînîxwîn re xweş bike da ew bikarin klasîkên kurdî yên soranî bi alfabeya latînî bixwînin.

Newzad Hirorî vekît û îmlaya teksta hersê kitêbên latînî serast kiriye û ev kitêb dikarin ji kurdên ko bi alfabeya erebî dinivîsin re bibe rêberek ka soranî bi alfabeya latînî çawa têt nivîsandin û vekîtandin.
 

Diyarbekir û navên wê
SILÊMAN DEMIR on 06/25/2008 at 3:51pm (UTC)
 


SWÊD, 13/11 2004 — Diyarbekir bajarekî him gelekî kevn e û him jî di jiyana Kurdan de xwediyê roleke mezin e. Lê mixabin ko dîsa jî hindik tiştên dîroka bajêr a kevn tên zanin. Çend agahdariyên ko di vê derheqê de ketin destê min hene.

Li gora zaniyariyên ko Ermenî didin dîrokê, bajarê Diyarbekir di wexta xwe de bi navê Tigranocerte, ya jî Dikranagherd hatiye avakirin. Her çi qasî li ser navê pêşî bêtir disekinin jî, van herdu navan ji ber sedemekê li bajêr dikin. Dibêjin ko ew nav, ji navê Tîgran, ji navê mîrê Ermeniyan mîr Tîgranê I. ya jî belkî ji navê Tigranê III. ko neviyê wî ye tên.

Tigranê I. lawê mîr Mîthradatesê VI. ê Pontosî ye. Tigran b.z. (berî zayînê) 140an çê bûye, b.z. 55an miriye. Mîr Tîgran di nav salên b.z. 96 û 55an de mîritiya Împaratoriya Ermeniyan kiriye.

Bavê wî mîr Mîthradates, di wexta xwe de mîrekî ko li welatê xwe di doşa xwedan de mezin û qedirbilnd e û mîrê wetalekî mezin e. Hidûdên welatê wî ji Pontos, yanî ji ber jêra qeraxên Derya Reş digihije heta deşta Mêrdînê û Rihayê. Merevantiya wî û mîrên Rihayê bi hev re heye. Lê dem diçin û demên nû tên, rojek tê û mîr Mîthratades jî extiyar dibe û lawê wî Tigran welatê wî yê mezin tevî digire destê xwe.

Gava Tigran bi soz û peyman dikeve dewsa bavê xwe û karîna welêt digire destê xwe, zû berê xwe dide jêrtira welêt û dadikeve. Ji ber ko heta wî çaxî navênda hêza Împaratoriyê li jortir e. Tîgran dixwaze welatê xwe li wir xurtir û mezintir bike. Bi wê armancê dadikeve jêrtir û herî pêşî bajarekî ava dike, wir dike paytextê xwe yê nû û jê re Tigranocerte dibêje. Ji ber ko lêkolîner dibêjin Certe tê mana bajar, Tîgranocerte tê mana bajarê Tîgran. Ermenî dibêjin ko ew bajarê nû, Diyarbekir e, lê li gora agahdariyên Yûnanî û Romiyan, ew bajar ne Diyarbekir e, ew Sêrta niha ye, navê Tigranocerte ji bo Diyarbekir ne rast e. Ew dibêjin navê wî bajarî yê rast, Amîda ye û tu navên berî wî navî eşkere nakin, ya jî ez bi xwe lê rast nehatime. Bi gumana mezin naveki berî navê Amîda heye, lê ew çi ye, nayê zanîn. Lê heta ko Romî li herêmê ne, jê re gotine Amîda. A ko em kurd jê re dibêjin Amed, ji navê Amîda tê. Dibe ko berovajiyê ve jî be, yanî navê Amîda ji Amed hatibe, lê bi min, wê şanşê rastiya vê yekê gelekî hindik be û wê îspatkirina wê jî sext be.

Li vir du teorî hene.

1. Ermenî dibêjin ko Diyarbekir bi navê Tigranocerte hatiye avakirin.

2. Romî dibêjin ko ew nav, navê Sêrtê ye. Ê Diyarbekir Amîda ye. Lê rastiyek heye ku, Amîda hîna berî hatina Romiyan heye. Gelo ew nav çi ye? Bersiv tune.

Teoriya Ermeniyan kare rast be, ji ber ko pir bi hêsanî dibe ko navê du bajaran wek hev bin. Berê wilo dibû. Mîrên xurt berê navên xwe li gelek bajaran dikirin. Aleksandrê mezin (Skenderê mezin) navê xwe wek xelat dida gelek bajaran. Dibe ko gava Tigran piştî Sêrtê hatiye Diyarbekir û wir jî kiriye bajarekî mezin, ji wir jî re gotibe Tigranocerte, navê xwe wek xelat dabe wir jî. Ji ber ko hin çavkaniyên din, didin xuyakirin ko Diyarbekir hîna gelekî berî Tîgran û hatina wî heye. Dibe ko Tîgranê I. Diyarbekir ava kiribe û navê xwe lê kiribe û Tîgranê III. bi dû re ew mezintir kiribe.

Kurd ji kengî ve li Amîda hene, bi esehî nayê zanîn. Lê şer û bûyerên ko li herêmê bûne û şopên li Amîda mane, didin xuyakirin ko Kurd hîna b.z. 450 salan li wir hene. Lê wî çaxî wê ne gelek bin û her wilo wê ew kolonyalîst û nûnerên dewleta Faris bin.

Gava Ereban cara pêşî p.z 638an Amîda girtine, jê re gotine Diarbakir, yanî bi Ingilîzî, land of the Virgin. Gotina virgin, tê maneya keçik, dûşîze, xama. Lê heger mirov bixwaze gotinê tevî ji maneya Îngîlîzî wergerîne kurdiya rast, tê maneya welatê nûjen, ê destpêkê, ê nûber.

Amîda bi dû re dîsa katiyê destê Farisan. Her çiqasî bajarekî Împaratoriya Ermeniyan e jî, gelek caran ketiye destê Farisan, ya jî ew lê mane. Wî çaxî Faris di herêmê de xurt in. Ermenî li gora wan zeîf in, nikarin welatê xwe ji wan biparêzin. Li gora ko xuya dibe, Ermenî carê bacekê didin Farisan û xwe ji wan dikirin. Lê dîsa ji çi gava ko Faris dixwazin, di welatê wan re diçin ser Yûnaniyan. Ji ber ko Faris û Yûnan, wan deman şerên mezin bi hev re dikin, didin nav welatê Ermeniyan û diçin hev. Carnan Faris diçin heta Marathon û li wir, yanî li jora nîvgirava ko bajarê Atîna lê ye û carnan jî li hêla Asya biçûk dikevin hemberî hev. Lê bi dû re, Yûnanî xurtir dibin, şer tên hêla rohilat û nêzîktirê navenda Împaratoriya Faris dibin û êdî Diyarbekir gelek caran dikeve destê wan.

Çîroka navê Diyarbekir û navên bajêr yên din wilo ye. Yanî teoriya ko hin dibêjin, navê Diyarbakir, ji navê yekî bi navê Bekir tê, teoriyeke sivik e. Dibêjin ew Bekir xwedî û mezinê wir bû û ji ber wilo jî jê re gotine Diyarê Bekir, yanî warê Bekir. Hin dibêjin navê eşîra ereban a ko cara pêşî Diyarbekir dagir kiriye, Bekir e, ji ber wilo jê re Diyarbekir hatiye gotin. Wê ev jî ne rast be.

Sala avabûna Diyarbekir bi esehî nayê zanîn, lê gava mirov hemû zaniyarî û teoriyan dide ber hev û bi ser hev vedike, mirov bi hêsanî tê derdixe ko bi kêmasî çend sed salekî berî zayînê, yanî di dema xurtiya Ermeniyan de wek bajarekî mezin hatiye avakirin.

Bi dû re, yanî gava hîna Diyarbekir bajarekî xurt ê Ermeniyan e, b. z. 69an dikeve destê Romiyan. Wî çaxî ji xwe sûra bajêr heye. Şaredariya bajêr a îro dibêje ko ew 5 km. dirêj e, 12 m. bilind e û 3.5 m. fireh e; û tê gotin ko 82 bircên wê hene. Lê li gora çavkaniyên Romiyan 72 bircên sûrê hene. Ew birc, ên parastinê, nerînê û kontrola leşkerî ne. P.z. 364-378an, mîrê duyêm yê rohilatê dewleta Romî, Flavius Valens, sûrê tamîr dike. Birê wî Valentînîanus I. li roava hukum dike. Lê ji ber ko Valens di şer de tê kuştin, ew karê tamîrkirina sûra Diyarbekir xelas nabe. Anastasiusê I. 491-518an wî karî xelas dike.

Bêguman Ereban û Farisan jî bi sûrê lîstine û nîşanên xwe tê de hiştine, lê bi bingehîn û bi kurtî çîroka sûrê û a Diyarbekir wilo ye.

Diyarbekir, cara pêşî p.z. sala 1514an dikeve destê Tirkan û demekê jê re gotine Kara Amîd. Lê bi dû re li navê Erebî vegeriyane, jê re gotine Diyarbakir.

Divê li vir bi taybetî bê gotin ko wî çaxî, yanî di dema xurtiya Ermeniyan de, se bajarên din ên girîng û mezin di herêmê de hene. Farqînê wî çaxî cîhekî îdarî û leşkerî yê girîng e. Riha bajarekî din ê girîng e, paytextê mîrekiyeke xurt e û navendeke xwendinê ye. Nisêbînê yekî din e û navendeke olî, ticarî û xwendinê ye. Dîrok wilo dide xuyakirin ko Tîgran ji Nisêbîne hez kiriye, li ser wirşe û geşiya wê ava kiriye. Tîgran, xezînên xwe jî birine wir û girîngiyeke din daye wir. Ew rûmet û geşî, piştî wî demeke dirêj dom kiriye û bajar xurtir bûye. Nisêbînê, di demên dawî yên xurtiya mîrekiya Ermeniyan de, paytextê welatê mezin yê malên mîran e. Ji sala b.z 149 heta p.z. (piştî zayînê) 14an xwediya wê rûmetê ye û bi taybetî hatiye xweşkirin û geşkirin.
 

Gotin nîne
Mewla Benavî on 06/25/2008 at 3:50pm (UTC)
 


gotin nîne
ne ziman e
henek e
derew e
de here
pa çiye li nav me

got ez filan bnî filan im
ne kitêb ziman e
ne semawî û remawî ye
xwedê û pêxembir
hel hel e

got ez xanê xakan im
kirmancî çî ye
şildim bildim
besî te ye

got ilim û medeniyet
xîzereş
nîne
medenî ol erqedeş
têrê nake kirmanciya reş

got emir bide komutan
tînim rayê wan
keç û kurêt wan
dikim qurbana te
mihacirê kolanan
axa begler e
ser birîn
danîn ber
çav anîn der
ziman jê kirin li ser
gel bira
ev ilkesel e
tu yê kerî
tu ya şêrî
ji bîr bike
jin azad
heval ilkel e

şaqiz bûn
kirmancî ne
soranî

ziman birîn
kirmancî ne
zazakî

kirmancî ne ne ne ne

dikarim
bibêjim
ziman im nagerê
gunahim be toy tê
ger nebim tu niye
te çiye
hey zikreş

mîr û qeyser hatin
ser li me şkandin şor kirin ser li ber te
cerg givaştin da bikişînin ji dilan te
me veşart
zirhêz tewan
me hêla
zêrziman neman
hatin û çûn
tu mayî
kirmanciya me

Benavî
çiriya paşî 2005
 

Dapîra Bob Dylanî ji cihûyên Kurdistanê bû
esposinos on 06/25/2008 at 3:48pm (UTC)
 ROHAT ALAKOM

STOCKHOLM, 7/4 2005 — Dengbêj, artîst, şaîr û hunermendê bi nav û deng Bob Dylan di bîranînên xwe de dinivîse ko ji aliyê dayika xwe ve koka wan ji bajarê Kaxizmanê tê [1]. Kaxizman li Kurdistanê di nav sînorê Qersê de cih digire. Kaxizman bi bax û baxçên xwe ve, bi nar, hingiv, zerdelî û sêven xwe yên dirêj ve hatiye nasîn. Çemê Eresê li ber re derbas dibe û nêzîkî sînorê Ermenistanê ye. (Wêne: Bob Dylan)

Elbet nûçeyeke xweş û balkêş e ko Bob Dylan radigihîne ko kal û bavên wî berî sed salan ji Kaxizmanê hatine. Ji bo Kaxizmanê serbilindîke mezin e ko yekî wek Bob Dylan li cîhanê bûye efsaneyeke mezin, xwe dirêjî Kaxizmanê dike, Kaxizmanê bi bîr tîne û dixe rojevê. Piştî vê nûçeyê mirov dikare bibêje ko Kaxizman kete nav “defter” û “kaxizan” (bû bajarekî medyatîk). Ev nûçe him ji kurdan, him ji bo tirkan û ji bo hemû ehlê Kaxizmanê wek serbilindîke mezin dikare bê hesibîn.

Çend rojnameyên Tirkiyê berî çend mehan nivîsîn ko Bob Dylan bi koka xwe “tirk” e. Lê belê wisa nîne. Wî di bîranînên xwe de gotiye ko dayîka dayika wî (pîrik) bi koka xwe ji bajarekî “tirk” ko nêzîkî sînorê Ermenîstanê, Kaxizmanê bûye. Wî negotiye ko ji malbateke tirk, wî gotiye ji bajarekî “tirk”. Ev yeka nayê wê maneyê ko, malbata dayika wî tirk in. Bob Dylan di bîranînên xwe de nivîsiye ko paşnavê pismamên dayîka wî Qirghiz bûye. Piştî vê nûçeyê rojnamevan pey kesên ko paşnavê wan ”Qirghiz” e ketin. Di dawiyê de li derdorê Trabzonê malbatek derket ko paşnavê wan Qirghiz e. Jineke bî gotiye ko “Rûyê Bob Dylan dişibe rûyê mêrê min yê mirî”[2]. Lê belê medya tirkî lêkolîneke baş nekiribû. Ji ber ko malbata Bob Dylan bi kok û bingeh malbateke cihû bû. Berovajîkirin û şaşnîşandana zaniyariyên dîrokî karekî nebaş e. Nav û paşnavên gelek nivîskar û hunermendên kurd jî hene ko ji navên neteweyên din in, wek Ereb (Erebê Şemo), Çaçan (Karlanê Çaçan), Çerkez (Çerkez Karadag), Avşar (Hulya Avşar). Ev yeka nayê wê maneyê ko ev kesan ereb, çaçan, çerkez û avşar in, na ew bi koka xwe kurd in. Mimkûn e kal û bavên Bob Dylan berî sed salan e bi tirkan ve dan û standinên wan hebûne, bûne dost û cîranên hev û di eynî deverê bi hev ra jiya bin. Mirov nikare ji vê yekê rê bikeve û bêje “Bob Dylan tirk e”. Ji aliyê din ve jî wî tiştekî wisa jî negotiye û ew zane ko koka wî ya etnîkî çi ye, hemû dinê-alem zane ko ew cihû ye.

Navê dayika Bob Dylan, Beatrice Stone û navê bavê wî Abe Zimmerman bûye, di sala 1934an de li Amerikayê dizewicin û di sala 1941an de jî Bob Dylan hat dinê. Malbata dayîka Beatrice Stone malbateke bi nav û deng bûye û di wan salan de li Hibbingê dima. Dê û bavên dayika Beatrice Stone di sala 1902an de hatine Amerikayê. Navê dayika Beatrice Stone, Florence Stone û navê bavê wê jî Ben Stone bûye. Ev herdu jî li Litvanyayê hatine dinê û cihûyê Litvanyayê bûne. Navên dê û bavên Florenceyê, Benjamin û Lybba Edelstain bûne. Ev zanyariyan wiha bi sîstematîk û vekirî di bîranînên Bob Dylan de cîh nagrin. Bob Dylan di bîranînên xwe de zêdetir li ser kariyerê xwe yê muzikê disekine. Di derbarê jiyan û malbata Bob Dylan de agahdarî û zaniyariyên fireh di xebat û biyografiyên di derbarê wî de cîh girtine. Bob Dylan tenê di bîranînên xwe de dibêje ko koka pîrka wî (dayîka dayîka wî, ango koka Florencayê) ji Kaxizmanê ye [3]. Ew zêde nade kivşê ev koka heta kîderê û heta kîjan terîxê diçe. (Wêne: Bob Dylan digel dayîk û bavê xwe)

Ji aliyê bavê de jî koka Bob Dylan cihû ye. Bavê wî kurê Zigman Zimmerman bûye ko ji Ewrûpa Rohilat hatiye Emerîkayê û jineke bi navê Anna Zimmerman ve dizewice. Zigman Zimmerman di sala 1875an de li bajarê Odessayê hatiye dinê. Di van salan de bi hezaran cihû hatine kuştin. Di sala 1905an de li Odesseyê li dijî cihûyan kampanyayeke mezin dest pê dike. Nêzîkî pêncî hezar kes tijî kolan û kûçeyên Odesseyê dibin û “Ji cihûyan re mirin!” diqîrin û diqîjin. Bi hezaran cihûyên Odesseyê tên kuştin. Di dawiya van tevkûştin û qirkirinan de kalikê Bob Dylan koçberî Amerikayê dike. Bi keştiyan diçe Amerikayê û li bajarê ber behrê, Duluth ko gelek dişibande Odesseyê cîwar dibe. Bavê Bob Dylan di sala 1968an de û dayika wî di sala 2000an de wefat kir. Bavê wî bi salan wek elektrîkvan kar kiriye. Dê û bavê Bob Dylan di goristana cihûyan li Duluth hatine veşartin.

Çawa me li jor jî diyar kir kal û bavên dayika Bob Dylan ji Lîtvanyayê çûne Amerikayê. Tiştekî balkêş ew e ko di van salan de li derdorê Qersê 892 (angorî zaniyariyên sala 1897) kesên lîtvanî diman [4]. Paşnavên kal û bavên Bob Dylan jî rastîkê nîşan dide. Cihûyên ko li Rûsyayê û welatên Ewropa Rojhilat diman bi almanîke kevn deng dikirin. Ji vî zimanî re Jidische tê gotin. Dema mirov van paşnavên kal û bavên Bob Dylan mêze dike, mirov tavilê zane ko ew kî ne, wek paşnavên Zimmerman, Edelstain, Stone.

Ji aliyê din ve divê bê zanîn ko Kaxizmana îro û Kaxizmana xerîteyan ne wek hev in. Li Kaxizmanê berî se dsalan li gel tirkan, çend grup û kêmaniyên din jî jiyane. Kaximan çawa tê zanîn qezayeke bajarê Qersê ye ko nêzîkî sînorên Ermenîstanê dimîne, niha li bajêr kurd û tirk bi hev ra dijîn. Di sedsala 19an de Kaxizman bajarekî pir-çandî û pir-netewî bûye. Di nav van neteweyan de kurd, ermenî, tirk, yunanî û cihû hebûne. Angorî jimartineke sala 1897 li Kaxizmanê qasî 271 cihû diman [5] û angorî jimartineke sala 1910an ev kêmaniyên han li Kaxizmanê hebûne:

Ermenî........30.272
Kurd...........16.866
Êzîdî.............4.995
Tirk..............4.176
Yunanî.........2.760
Tirkmen.......2.529
Karapapax......994
Rûs.................620 [6]

Lê belê di destpêka sedsala 19an de hejmara wan her diçe kêm dibe, wek mîsal di jimartinên sala 1910an de navê cihûyan derbas nabe. Wisan tê xuyan ko wan zordestiyên ko di sala 1905an de li dijî cihûyan dest pê kiribû, bandora xwe li ser cihûyên li derdorê Qersê û Kaxizmanê jî nîşan daye. Piştî şerê cîhanê yê yekem êdî grup, kêmanî û gelên nemisilman li Kaxizmanê namînin. (Wêne: Jineka cihû ya kurd)

Di salên zaroktî û xortaniya min de li Kaxizmanê dema hêrsa diya min ji min dihat, hertim digot: ”Kurê cihuyê ber pirê!”. Cihû çi bûn? Min nizanibû. Min hew zanibû ew cin in! Niha ez difikirim ew cihû kî bûn, li ber wê pirê çi dikir, çi wextî hatibûn vê deverê? Bersivên van pirsan helbet giring in. Di derbarê hebûna cihûyên Kaxizmanê de tenê ev gotinên diya min di hişê min de mane, hertim li ser zarê min digerin. Dema ez diçime Kaxizmanê li ser vê pirê re derbas dibim, dîsa ew gotinên diya min yên “neşirîn” tên bîra min. Gelo ew cihûyê li ber vê pirê paşê çû kîderê û çi hate serê wî? Belkî jî yek ji wan kalûbavên Bob Dylan bû, kî zane? Ez gelek kêfxwaş im ko ez û Bob Dylan dibin hemwelatiyên hev.

------------------
Têbînî

1. Bob Dylan, Memoarer, första delen, Prisma, 2004, rûp.94.
2. Hemşerimiz Konsere Gelsin, Hürriyet 10/1. 2005. Akrabamız Dylan, Radikal 11/1. 2005. Türkler Bob Dylanı Yeni Keşf Etti, Sabah 17/1. 2005.
3. Howard Sounes, Dylan, Dylan, Dylan (Biografi), Norstedts, 2001, rûp. 25-30.
4. Georg Kobro, Das Gebiet von Kars und Ardahan, München, 1989, rûp.106.
5. Georg Kobro, Das Gebiet von Kars und Ardahan, München, 1989, rûp.109.
6. Georg Kobro, Das Gebiet von Kars und Ardahan, München, 1989, rûp.111.
 

<-Back

 1 

Continue->


Today 11 visitors (13 hits)
This website was created for free with Own-Free-Website.com. Would you also like to have your own website?
Sign up for free